Ahmet Aydın
29 Îlon 2018•Rojanekirin: 30 Îlon 2018
KOLN
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kolna bajarê Almanyayê beşdarî merasîma vekirina Mizgefta Navendî ya Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karûbarê Diyanetê bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan sipasiya Frank-Walter Steinmeierê Serokomarê Almanyayê kir û derbarê serdana xwe wî welatî de nirxandin kirin.
Serok Erdogan got, "Di serdemeke krîtik de me serdaneke heta bê bes, serkeftî û watedar kir. Di hevdîtina digel cenabê Steinmeier jî û ya digel Merkelê jî me mijarên giring ên derbarê herdu welatan de gotûbêj kirin."
Erdogan wiha axivî, "Min tekezî li wê yekê kir ku pêdivê em cudakariyên xwe yên fikrî yên vê taliyê deynin aliyekî û em li ser mijarên xwe yên hevbeş bicivin."
Erdogan bal kişand ser Mizgefta Mizgefta Navendî ya Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karûbarê Diyanetê û got, "Vêderê li ser înada ewên ku dixwazin me weke ewên din ên Ewropayê, dijminên wê nîşan bidin, pêdivê bibe tîmsala hebûna me ya li vê axê."
Serok Erdogan wiha got, "3,5 milyon hevnijadên me, welatiyên me li vêderê ne. Heke pêşiya wan bê vekirin û ew jî weke cote welatî li Almanyayê bimînin dê çi bibe qey?
Erdogan bal kişand ser rêxistinên terorê û got, "Navê wê, îdiaya wê, îdeolojiya wê her çi be, çi saziya ku tevlî terorê, şidetê bûbe, qesda canê misilmanan kiribe, ti têkiliya wan bi Îslamê re, bi misilmantiyê re, bi baweriya me re tune."

Serok Erdogan wiha pê de çû:
"Ev demeke hinek alî, dixwazin welatiyên me bi taybet yên ku li derveyî welat dijîn têxin nava serêşekê de. Ji aliyekî ve ji ser keriyên qatil ên weke DEAŞ, FETO û PKKyê hewl didin ciwanên me têxin nava xefka terorê, ji aliyê din ve jî rêxistinên nijadperest heq û hiqûqa Misilmanan tune dihesîbînin. Nerîna me li hember 251 şehîd û 2193 gaziyên me yên ku şeva 15ê temûzê ji ber ku li îradeya xwe xwedî derketin ji aliyê namerdên FETOyî ve hatin şehîdkirin û birîndarkirin çibe, li hember qurbaniyên terorê yên li 4 aliyê cihanê jî wisa ye. Di nezera me de ew DEAŞên qatil yên ku li Berlînê li bazargehekê sivîl kuştin çi bin, PKKyiyên qatil ên ku berî 2 mehan Bedirxan bebekê 11 mehê digel dayika wî kuştin, her heman in. Pêdivê cadde û meydanên paytextên Ewropayê zêdetir bi paçavreyên rêxistina terorê neyên lewtinadin."
Erdogan anî ziman ku heta îro ew rêxistinên terorê yên ku zirara wan betir gihaye Misilmanan herî zêde xwîna Misilmanan rijandine, tê xwestin ku bi îfadeyên weke Îslamîst û Cîhadîst wan bikin berhema misilmanan û got, "Nuha hin tiştan dibêjin, 'ji dibistanên FETO xwendekarên bi qalîte derdikevin.' Ew pîlot jî bi qalîte bûn, ser milên wan jî tije bûn. Lê çikirin hatin welatiyên me şehîd xisitn. Pêdivê îdî çav li wê yekê neyê miçandin ku dijminên demokrasiyê, saziyên demokratîk ên Ewropayê îstismar bikin."

Serok Erdogan got, "Yek Mesût Ozîl, yek Îlkayê me... Ji ber ku me li Îngiltereyê digel wan fotograf girtin, ew ji civakê derbider kirin. Derbiderkirina wan herdu ciwanên me ku heta Taximê Millî yê Almanyayê bilind bûbûn, min weke Serokomar jî nîkarî hezm bikim.
Erdogan wiha berdewamî da axaftina xwe:
"Me dixwest ku li hember van kesên ku ketine nijadperestiyê bertekeke hevpar bê nîşandan. Emê firsendê nedin çend takeyên sempatîzanên FETO û DEAŞê ku hizûra gelê me têk bidin û dostaniya Tirk-Almanyayê xirabikin."