Türkan Tosun
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
TBMM
Serok Recep Tayyîp Erdogan li Lijneya Giştî ya TBMMyê piştî axaftina vekirina sala rêzikdanînê ya nû, bi Serokê TBMMyê Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra hat ba hev.
Erdogan piştî axaftina li Lijneya Giştî derbasî odeya Dîwana Serokatiyê ya Lijneya Giştî bû.
Serok Erdogan li wir bi Serokê TBMMyê Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra hevdîtin kir.
Erdogan dema ku wê ji TBMMyê derketa pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa "Di hevdîtinê da we bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra der barê îttifaqa di hilbijartinên herêmî da xeber da an na?" Erdogan wiha got: "Ka em rojên li pêş me lê binêrin. Jixwe me bi Birêz Serok ra xeber da. Ew jî erênî li meseleyê dinihêre."