15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Erebistana Siûdî di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê de wê civînek bê lidarxistin. Sererkanên 13 welatan wê beşdarî civînê bibin.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî wê beşdarî "Civîna Îttifaqa Têkoşîna Dijî DEAŞê" bibe.
Li ser malpera Sererkaniyê hat daxuyandin ku li Riyadê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê de civînêk wê bê lidarxistin û sererkanên 13 welatan wê beşdarî civînê bibin. Hat gotin ku Akar jî wê beşdarî "Civîna Îttifaqa Têkoşîna Dijî DEAŞê" bibe.