15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
BAKU
Li eniya Ermenistan-Azerbeycanê pevçûn derket û di encamê da ji artêşa Azerbeycanê leşkerek şehîd ket.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat destnîşankirin ku li eniyê bi guleyên artêşa Ermenistanê, ji artêşa Azerbeycanê Fîkret Beşîrov ku leşker e, şehîd ket.
Berpirsên wezaretê serxweşî dan malbat û xizmên leşker û herwiha Wezîrê Parastinê Zakir Hesenov jî biryar stand ku "Madalyona Xizmeta Leşkerî" ku pileya wê 3yemîn e, bide Beşîrov.