Abdullah Tel
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Em li vê derê careke din bi bîr dixin ku dinya ji 5an mezintir e. Ji 1ê jî gelekî mezintir e."
(Tehdîdên Amerîkayê yên dijî qebûlkirina pêşnûmaya Qudsê ya li NYyê) Li gor tespîtên me di navbera 160 û 190î de rayên qebûlkirinê wê derketibana. Lê Qesra Spî bi telefonan yek bi yek eşkere hemû dewlet tehdîd kirin. Gotin 'Ma em ê dolara bidin wan û ew ê li dijî me derkevin!' Ji kîngê va ye îradeya însanan û an jî îradeya dewletan ya demokratîk bipereyan tê kirîn? Divê hûn ewil vê bizanin. Ewê jî dersa xwe bistînin."
"CHP wekî heyama yekpartî cardin diqelibe ser faşîzmê. Îmkan tuneye girîngiyê bidin gotinên din yên partiyeke ku cîlaya wê demokratbûna civakparêz e, lê dema bikolin faşîzmeke muptezel derderdikeve holê."
(Îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu) Reqemên ku dibêje, agahiyên ku qalê dike û têkiliyên ku datîne gişt şaş in. Ji ew qas şaşiyan ancax ev karîkatura derdikeve. Di nav da bazirganî, şirket, rîsk, kirîn û firotin jî tune lêbelê hê jî nikare hesabê karên ku merivên nêzî wî kirine bide. Ligel vê hê jî buxtana diavêje kesên ku rizqê xwe ji bazirganiyê qezenc dikin."