Nihat Kavşut
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li navenda partiya xwe beşdarî Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya 120emîn ya AK Partiyê bû û li vir axivî.
Serokomar Erdogan digel gefxwarina Amerîkayê ji bona pêşnûmayê Qudsê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat qebûlkirin wiha got: "Em li vê derê careke din bi bîr dixin ku dinya ji 5an mezintir e. Ji 1ê jî gelekî mezintir e."

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li ser qebûlkirina pêşnûmaya Qudsê ya li NYê xeberdana xwe wiha dewam kir: "Li gor tespîtên me di navbera 160 û 190î de rayên qebûlkirinê wê derketibana. Lê Qesra Spî bi telefonan yek bi yek eşkere hemû dewlet tehdîd kirin. Gotin 'Ma em ê dolara bidin wan û ew ê li dijî me derkevin!' Ji kîngê va ye îradeya însanan û an jî îradeya dewletan ya demokratîk bipereyan tê kirîn? Divê hûn ewil vê bizanin. Ewê jî dersa xwe bistînin."
Serokomar Erdogan diyar kir CHP diqelibe ser faşîzmê û wiha got: "CHP wekî heyama yekpartî cardin diqelibe ser faşîzmê. Îmkan tuneye girîngiyê bidin gotinên din yên partiyeke ku cîlaya wê demokratbûna civakparêz e, lê dema bikolin faşîzmeke muptezel derderdikeve holê."

Erdogan ji bona îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu wiha axivî: "Reqemên ku dibêje, agahiyên ku qalê dike û têkiliyên ku datîne gişt şaş in. Ji ew qas şaşiyan ancax ev karîkatura derdikeve. Di nav da bazirganî, şirket, rîsk, kirîn û firotin jî tune lêbelê hê jî nikare hesabê karên ku merivên nêzî wî kirine bide. Ligel vê hê jî buxtana diavêje kesên ku rizqê xwe ji bazirganiyê qezenc dikin."
