17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ANKARA
Çapemeniya dinyayê, 16ê Nîsanê dengdayîna gel a guhertina destûrê ya li Tirkiyeyê ji ser Ajansa Anadoluyê (AA) şopand.
Ajansa nûçeyan Associated Pressê (AP) encamên hilbijartinê ji ser reqamên AAyê bi xwênerên xwe ra parve kir. Çavkaniya referansa APya ku geşedan timî nû kirin, AA bû.
Herwiha têlevizyona CNNê ya Emrîkayê ku eleqeyeke mezin nîşanî pêvajoya dengdayînê da, encamên dengdayîna gel ji ser daneyên AAyê parve kirin.
Dîsa ajansa nûçeyan Reuters ku encamên dengdayînê timî nû kirin jî çavkaniya xwe AA bû.
Têlevizyona îngîlîz Sky Newsê jî nûçe û rêjeya nû ya dengdayîna gel li gorî daneyên AAyê belav kir.
Herwiha nûçeyên der barê dengdayîna gel da di çapemeniya Almanyayê da jî pir cih girtin.
Portalên erebî daneyên AAyê emilandin
Servîsên erebî yên ajansên nûçeyan ên navneteweyî Rueters û AFP di serî da, ajansa nûçeyan a Qeterê QNA, ajansa nûçeyan a Kuweytê KUNA, ajansa nûçeyan a Behreynê BNA, ajansa nûçeyan a Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb WAM, têlevîzyona El Cezîre ya Qeterê, Têlevîzyona El Erebî ya Erebistana Siûdî, pêvajoya dengdayîna Tirkiyeyê ji ser weşana AAyê ya erebî ragihandin.
Rûsya encamên 16ê Nîsanê dengdayîna gel a guhertina destûrê ji AAyê hîn bû.
Li Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê encamên referandûmê, dîmenên weşanên zindî û daxuyaniyên serkirdeyan ên bi kurdî ji ser AAyê hatin şopandin.
Rûdaw TV, Kurdistan 24, Waar TV, KNN TV, NRT TV, Payam TV, Speda TV û Zagros TV ku aboneyî şaşeya hilbijartinê ya AAyê bûn, encamên dengdayîna gel ji ser AAyê bi awayekî zindî belav kirin. AA li Herêma Kurdistana Iraqê bû çavkaniya sereke ya nûçeyên der heqê referandûmê da û herwiha dîmen û wêneyên ku li ser wan logoya AAyê heye, ji aliyê 19 aboneyan va hatin emilandin.