Sevim Hatun
19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku di hevdîtina digel Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê kirin de, ser xebatên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) nirxandin kirin û wiha dewam kir: "Me li ser beşa 15, 17, 23, 24 û 31ê nirxandin kirin. Bi taybetî min ji bo alîkarî û piştevaniya Almanya, Fransa, Îngilistan, Îspanyayê rica kir."
Piştî hevdîtina Serokomar Erdogan û Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ya li Koşka Mabeynê ya Qesra Yildizê, civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Erdogan got ku ew hê jî li ser plana têkoşîna dijî terorê disekinin û wiha dewam kir: "Serenaveke mijarê ya girîng ev e: Rewşa milteciyên li Tirkiyê û yên ku berê xwe dane welatên Rojava. Em li ser vê mijarê rawestiyan. Wan jî qala berpirsiyarî û barê ser milên Tirkiyê kir û gotin 'Divê em alîkarî bidin' Tirkiyê."
-Divê em dijî rêxistinên terorê bibin yek
Serokomar Erdogan bal kişand got ku ew li ser hewcedariya têkoşîna gel hev a dijî terorê sekinîn.
Erdogan destnîşan kir ku wan ser xebata beşên derbarê Tirkiye û YEyê de jî nirxandin kirin û wiha pê de çû: "Me li ser beşa 15, 17, 23, 24 û 31ê nirxandin kirin. Bi taybetî min ji bo alîkarî û piştevaniya Almanya, Fransa, Îngilistan, Îspanyayê rica kir."
-Divê piştevaniya Tirkiyê bikin
Serokwezîra Almanyayê Merkelê jî got ku ew pê zanin Tirkiyê zêdetirî 2 milyonî miltecî qebûl kir, barê wê gelekî giran e û wiha axivî: "Divê em barê ser milên Tirkiyê parve bikin."
Merkelê got ku ew ê bi Serokomar Erdogan ra li Antalyayê di lûtkeya G20î de cardin bên bal hev.