Nihat Kavşut
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê: "Divê gelê Sûriyeyê pêşeroja xwe diyar bike. Der barê Sûriyeyê da biryar di destê me da nîne, lê ji bona ku xelk pêşeroja xwe diyar bike em dikarin bibin alîkar ku şert û merc çêbin."
Piştî civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.
Serokomarê Fransayê Macron destpêka daxuyaniya xwe da destnîşan kir ji ber êrîşa dijî sînagogê hat kirin ez dixwazim ku serxweşiyê bidim gelê Amerîkayê û got em li cem gelê Amerîkayê ne.
Macron diyar kir agirbesta mayînde û berdewam ya li Îdlibê zehf girîng e.
Serokomarê Fransayê Macron destnîşan kir jinûvadamezrandina Sûriyeyekê her kesî di xwe da dihewîne pir girîng e.
Macron di xeberdana xwe da diyar kir him li herêmê û him jî li herêmên din yên dinyayê emilandina çekên kîmyewî bi destê kê dibe bira bibe nayê qebûlkirin.
Serokomarê Fransayê Macron destnîşan kir divê gelê Sûriyeyê pêşeroja xwe diyar bike û wiha got: "Der barê Sûriyeyê da biryar di destê me da nîne, lê ji bona ku xelk pêşeroja xwe diyar bike em dikarin bibin alîkar ku şert û merc çêbin."
Emmanuel Macron destnîşan kir lazim e em çarçoveyeke makezagonî ava bikin û ji bo ku Sûriyeyî bikaribin pêşeroja xwe tayîn bikin, şert û mercan ava bikin.
Macron destnîşan kir îro rejim wekî eskerî ji nû va li gor mantiqa fethê tevdigere û got ev jî nêrîna ku îstiqrara Sûriyeyê pêk bîne nîne.
Emmanuel Macron der barê civîna çaralî da destnîşan kir ev civîn civîneke baş bû û got ez car din dixwazim sipasiya Birêz Serokomar Erdogan bikim.
Serokomarê Fransayê Macron destnîşan kir îro divê meriv eşkere biaxive, heta çareserkirineke siyasî neyê kirin tu meneye vegerina penaberan ya ji bo çûna welatê wan tuneye.
Macron der heqê kuştina Cemal Kaşikçi da diyar kir divê lêpirsîn heta dawiyê dewam bike û got divê der barê vê mijarê da mueyîde hebin.