Haydar Şahin
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
İSTANBUL
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn got ku li Sûriyeyê çareserkirina kirîzê bi tenê bi rêya dîplomatîk mimkûn dibe.
Putîn di civîna hevpar a çapemeniyê ya piştî civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê li Stenbolê hat lidarxistin da got di meseleya Sûriyeyê da hewl didin ku bi hemtayên xwe yên Tirk, Fransiz û Ûris ra helwestên xwe nêz bikin.
Putîn diyar kir ku herçar welat ew ê ji bo normalkirina rewşa li Sûriyeyê xebatên hevkar bidomînin û wiha pê da çû:
"Ji bo vê şertên kêrhatî hatin pêkanîn. Bi saya xebatên Tirkiye, Rûsya û Îranê di çarçoveya formata Astanayê da domandin da piraniya welêt ji terorîstan hat paqijkirin. Welat gav bi gav ber bi aştiyê ve dimeşe."
Putîn got, "Li Sûriyeyê çareserî bi tenê bi rêya dîplomatîk mimkûn e", li gor biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2254an di çarçoveya rêza ji bo yekîtiya erd û desthilatdariya Sûriyeyê da çareseriya siyasî ew ê mimkûn bibe.
Putîn got dibê gelê Sûriyeyê bi xwe qedera xwe tayîn bike û wiha axivî:
"Em ê hewl bidin ku nûnerên Sûriyeyê yên li qadê di pêşxistina çareseriya siyasî da helwestên erênî nîşan dan tevlî pêvajoyê bikin. Dibê pêşiyê li Cenevreyê xebatên komîteya qanûna bingehîn bidin destpêkirin."
Putîn bal kişand ku dibê hemû aliyên li Sûriyeyê komîteyê nas bikin û wiha pê da çû: "Ew ê bikaribin reformên qanûna bingehîn ên lazim dikin amade bikin. Ev ê jî dewleta Sûriyeyê hêzdar bike. Civaka Sûriyeyê li hev bîne. Xebateke zehf girîng li benda me ye."
Putîn destnîşan kir ku li Sûriyeyê rewşa tundiyê gelekî kêm bû û wiha axivî: "Lêbelê dibê komên radîkal ên li wê derê kom bûne werin paqijkirin. Ev ji bo me hedefeke rojane ye. Ev caniyên bûn xwediyê tecrûbeya şer dibe ku li welatên me bê deng û bê his alîgiran kom bikin. Îdeolojiya xwe bi civakê bidin qebûlkirin. Ev tiştekê wisa ye ku tu carî nayê qebûlkirin."
Putîn diyar kir ku bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra agahiyên li ser mitebeqata Soçiyê dan hemtayên xwe yên Alman û Fransiz û wiha got: "Em avakirina herêmên bêsîlah wekî tevdîreke berwext dibînin. hêviya me ew e ku di demeke kin da hem mixalif hem jî sîlahên giran werin vekişandin. Partnerên me yên Tirk di vê mijarê da dixebitin."
Putîn got, "Ji bo li Sûriyeya Dewleta Ereb tehdîda terorê ji holê were rakirin Rûsya ew ê her tim alîkariyê bide."
Di mijara alîkariya mirovahiyê da Putîn bal kişand ser vegera penaberan û got, "Dibê civaka navneteweyî bi hev ra hewl bide."
Putîn got, "Teklîfeke me ya wiha heye. Hedefa me ew e ku der barê penaberan da konferanseke navneteweyî li dar bixin." heke ev neyê kirin jî rê li ber merivan nameşe.