İbrahim Atmaca
18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
ANKARA
Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak di civîna Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) da pirsên li ser rojevê bersivandin, daxuyanî dan.
Wezîr Bak wiha got: "Di fitbolê da veberhênanên ji bo bingehê pir girîng in. Divê lîstikvanên wek Cengiz û Enes zêde bibin. Veberhênanên Bursaspor, Kayserisporê hene. Ji bo bingehê projeyeke cidî ya Fenerbahçeyê heye. Divê hemû tîm ji bo bingehê veberhênanê bikin, lê ne wek nimûne. Divê wek Ajax, Barcelonayê be. Divê em pergaleke ku veberhênanên bi vî rengî çêke, bînin. Werzişvanên me yên biqabiliyet hene. Girîng e ku heyetên teknîkî zêdetir şans bide van werzişvanan."
Bak diyar kir, ji bo Tirkiyeya xurt divê mecliseke xurt hebe û wiha dewam kir: "Tirkiye wê pêvajoyeke girîng temam bike. Ji ber ku meclis wê bi yasadanînê ra mijûl bibe, divê xurt be. Em ê bi duruşmeya 'Tirkiyeya Xurt, meclisa xurt.' va dewam bikin û li ser rêya xwe bimeşin."
"Li Tirkiyeyê qîmeta fitbolê zêde dibe"
Bak diyar kir ku wan li gelek bajaran stad çêkirin û wiha dewam kir: "Tirkiye bi dosyeyeke xurt va seba Şampiyonaya Fitbolê ya 2024 Ewropayê amade bû. Stadên ku me çêkirin, kapasîteya cî û nivînan, welatê tûrîzmê, eleqeya li ser fitbolê, hêsaniya gîhandinê, temaşekirin, ev hemû girîng in. Li Tirkiyeyê qîmeta fitbolê zêde dibe, li Ewropayê hatiye nuqteyekê, di rêza 5em da ye. Qelîteya lîgê her ku diçe zêde dibe, dahata sponsoriyê dewam dike."
"Hêza sporê wê terorê têk bibe"
Bak destnîşan kir ku divê hejmara kulûbên amator werin zêdekirin û berê ciwanan bidin sporê û wiha dewam kir:
"Divê em hejmara kulûbên amator zêde bikin. Divê em zarokên xwe ji sikakan hildin û ji hişbir, mubtelabûna madeyê xelas bikin. Em tesîsên cidî çêdikin. Bira ciwan herin salonan, sehayan, hereket bikin. Ciwanekî ku sporê dike, kêm diçe nexweşxaneyê, karê wî bi emniyetê tuneye, zirarê nade civakê, naçe edliyeyê, dibe wijdana civakê, feyda wî ji der û dora wî ra çêdibe. Em ji bo Rojhilat û Başûr Rojhilatê veberhênanên cidî dikin. Hêza sporê wê terorê têk bibe, wê hişbirê têk bibe. Wezîfe dikeve ser milê kulûbên sporê yên amator û şaredariyan. Divê şirketên me di çarçoveya projeyên berpirsiyariya civakî da piştgiriyê bidin, ji bo ku ciwan ji xûyên xerab dûr bisekinin."