18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Li Şirnexê dewlet xwedî li welatiyên ku di êrîşên rêxistina terorê PKKyê da zirar û ziyana wan çêbû, derdikeve û alîkariya wan dike.
Di heyama bûyerên terorê da welatî di gelek waran da mexdûr bûbûn, xanî û kargehên wan kavil bûbûn, wesayîtên wan xirab bûbûn, xizmên wan hatibûn kuştin û ji ber ku hatibûn revandin ji şixulê xwe mabûn. Lê dewlet jî di çarçoveya Qanûna Dabînkirina Zirar û Ziyana Teror û Têkoşîna Dijî Terorê ku jimareya wê 5233 ye da alîkariya welatiyan dike û birînên wan qenc dike.
Li Şirnexê 83 hezar û 322 welatiyên ku di bûyerên 30 salên dawîn da mexdûr bûn, ji sala 2004an vir va ku wê salê qanûn ketibû rewacê, ji bo tezmînkirina zirar û ziyana xwe serî li walîtiyê didin.
Di encama lêkolînên Komîsyona Tesbîta Zirarê da miemeleyên 83 hezar û 320 kesî kuta bûn, ji van ji 69 hezar û 282 kesî ra erênî, ji 14 hezar û 38 kesî ra jî neyênî bersiv derket.
Di vê çarçoveyê da milyarek û 300 milyon lire wekî tezmînat ji 69 hezar û 282 kesên ku destnîşan kirin ku di bûyerên terorê da zirara wan çêbûye ra hat dayîn.
Ji xeynî van, li navenda Şirnexê û li navçeyên wê Cizîr, Sîlopî û Îdilê dewletê qedera 700 milyon lire alîkariya kirêyê û berdêla alavan da 57 hezar û 664 kesên ku di 3 salên dawîn da ji ber êrîşên rêxistina terorê PKKyê mexdûr bûn.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew alîkariya welatiyên mexdûrên êrîşên terorê dikin û zirar û ziyana wan tezmîn dikin.
Aktaş da bibîrxistin ku rêxistina terorê di 2016an da li navenda Şirnexê û li navçeyên wê Cizîr, Sîlopî û Îdilê çal kolan û xelk duçarî mexdûriyeteke mezin kir û wiha dewam kir:
"Em li tevahiya Şirnexê mehê 8 milyon lire alîkariya kirêyê didin gel. Di vê çarçoveyê da bi tevahî me qedera 700 milyon lireyî tezmînata terorê daye welatiyan. Herwiha ji sala 2004an vir va jî me nêzîkî milyarek û 300 milyon lire tezmînata terorê daye."
Welatî Bahar Hazar û Zeynep Barlik (68) ku mexdûrên terorê ne, destnîşan kirin ku dewlet li wan xwedî derket û alîkariya wan kir ku ev ji ber vê yekê pir memnûn in.