21 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim der barê Mûsilê da wiha got: "Tirkiye bi bûyerên ku li Mûsil û Iraqê diqewime ra têkildar e. Lewra bi Iraqê ra 350 kîlomêtro sînorê me heye. Rêxistina terorê ji axa Iraqê vî sînorê hanê derbas dibe û serê me diêşîne. Ji ber vê jî divê beriya her tiştî Iraq rêxistinên terorê yên li wir ku serê Tirkiyeyê diêşînin, zeft bike."
Yildirim diyar kir ku ewlehiya welatê me beriya her tiştî tê û wiha xeberda: "Hemû xebatên ku Tirkiye li Sûriyeyê dike ji bo berterefkirina rêxistinên terorê ne. Di heman demê da jî ji bo parastina sînorên welatên me ne. Ji aliyekî din va jî DEAŞ di serî da em PYD, YPG van hemû rêxistinan wek rêxistinên terorê dihesibînin. Ji bo parastina sînorê me heta îro çi hewce kiribe me texsîr nekiriye û kiriye ji niha pê va jî wê dewam bike. Me çav bernedaye ax, welat û cihê tu kesî. Ewlehiya welatê me ji bo me beriya her tiştî tê."
Serokwezîr Yildirim der barê nîqaşên li ser sîstema serokatiyê da wiha peyivî: "Daxwaza me ew e ku vê pirsgirêkê welatî çareser bikin, welatiyan pirsgirêkên ku siyasetê nikaribû çareser bike çareser kirin û hatin vê rojê. Çaxê ku guherîna qanûna bingehîn bibin pêşiya welatiyan ez bawer dikim ku biryara herî maqûl û rast ewê bidin. Tenê bira Meclis vê rêyê veke."
Serokwezîr Yildirim ji bo ku PYD/YPG ji Minbicê derkeve wiha got: "DYAyê di vê mijarê da soz daye. Wezîrê Parastina DYAyê piştrast kir ku li ser soza xwe ne û wê li Minbicê YPG/PYD nemîne. Dîsa temînata vê dan. Ji bo me PKK çi be, PYD û YPG jî ew e. Ew jî rêxistina terorê ne. Gelekî şaş e ku çekan didin wan û DYA li dijî DEAŞê wan diemilîne. Me bi eşkereyî ev ji wan ra got."
Yildirim der heqê îtirazên ku kesên di çarçoveya têkoşîna bi FETOyê ra ji kamûyê hatine avêtin da wiha peyivî: "Nêzî 116 hezarî îtiraz hatine kirin, kesên li wezaretan û bajaran kirine. Li serê xebat tên kirin. Me çi got heke neheqî hebe wê bê serastkirin. Niha wezaretên me van xebatan dikin. Niha bi kordînasyona Alîkarê Serokwezîrê me Nurettîn Canîklî ev kar tê kirin. Dema temam bibe bere bere serîlêdanên wan, îtirazên wan kesên ku neheqî li wan hatiye kirin wê bên serastkirin."