Türkan Tosun
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Îro Bankaya Navendî a Komara Tirkiyeyê wê biryara faîzê eşkere bike, beriya vê biryarê bihayê dolar heta 6,35î daket.
Dolar/TLya ku hefta çûyî bihayê wê daketibû vê hefteyê jî bihayê xwe kêm dike.
Duh bihayê dolar heta 6,3312an daket û ji sedî 1,3 kêmbûnê va bi 6,3423î roj xilas kir.
Di piyasayên Asyayê da Dolar/TL bû 6,3290 û ji saet 09.45an pêva jî ji sedî 0,15 zêde bû û di asta 6,3510î da ma. Di heman deqîqeyan da ewro/TL jî ji sedî 0,13 kêmbûnê va ji 7,3971î, sterlîn/TL jî ji sedî 0,12 kêmbûnê va ji 8,2890î tê firotin.
Li gor pisporan di civîna Lijneya Polîtîkaya Pereyê ya Bankaya Navendî ya ku îro wê di saet 14.00an da çêbibe dibe ku rêjeya faîzê bê zêdekirin û ev jî qîmeta TLyê zêde bike.
Pispor dibêjin li dervayî welêt jî biryara faîzê ya Bankaya Navendî ya Ewropayê û Bankaya navendî ya Îngiltereyê wê bên şopandin. Li gor pisporan heke bihayê dolar/TLyê bikeve bihayê dolar wê di asta 6,30 û 6,10î de bimîne.