13 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di operasyona hevpar a esker û polêsan da 2 sitargehên ku ji hêla terorîstan va dihatin bikaranîn, hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Midûriya Ewlehiya Bajêr li Tunceliyê operasyoneke hevpar kirin.
Di operasyonê da 2 sitargeh hatin tespîtkirin.
Gelek alav û xurekên di sitargehan da hatin bidestxistin û sitargeh hatin îmhekirin.
Li giştiyê bajêr ji bo ku terorîst bên dîtin û berterefkirin xebat bibiryar dewam dikin.