05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê îdiayên dozvekirina li malbata Serçawîş Omer Halîsdemirê ku di hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê da hatibû şehîtkirin da got, "Piştî ku xeber derketin û gotin li malbata şehît Omer Halîsdemir doz hatiye vekirin Birêz Serokomarê me telîmat da ku li ser vê lêkolîn bê kirin."
Kalin di hesabê xwe yê Twîtterê da der barê îdiayên ku dibêjin li malbata şehît Halîsdemir doz hatiye vekirin da daxuyanî da.
Kalin diyar kir ku piştî ku xeber derketin û gotin li malbata şehît Omer Halîsdemir doz hatiye vekirin Birêz Serokomarê telîmat daye ku li ser vê lêkolîn bê kirin û wiha got:
"Li gor agahiyên ku ji Wezareta Dadê hatin sitandin, dozeke wiha netiye vekirin. Wekî hetanî îro em ê ji îro şûnda jî hiqûqa xazî û şehîdên 15ê Tîrmehê bi hûrgilî teqîb bikin."
Halîsdemir di dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da general Semîh Terziyê derbekar li Fermandariya Hêzên Taybet kuştibû û paşê jî hatibû şehîtkirin.