05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ENBAR
Hat ragihandin ku artêa Iraqê herêma Cezîretu'r Ramadiyê (Girava Ramadiyê) ya li bakurê Enbarê bi temamî ji DAEŞa rêxistina terorê xilas kirin.
Îsmaîl el-Mihlawiyê Fermandarê Hêzên Operasyonê ya Enbarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekîneyên artêşê Cezîretu'r Ramadiyê ya li bakurê Enbarê bi temamî ji DAEŞa rêxistina terorê xilas kirin.
Mihlawî destnîşan kir ku yekîneyên leşkerî ji bejahiyê va li kozikên DAEŞê xistin û hêzên koalîsyonê jî ji hewayê da alîkarî dan û got ku di operasyonan da gelek terorîst hatin kuştin û gelek wesaîtên rêxistinê hatin îmhekirin.
Mihlawî diyar kir ku yekîneyên artêşê Cezîretu'r Ramadiyê ne û xebatên paqijkirina teqemeniyan dikin.
Xelkê li Enbarê ji herêmên li derdora çemê Feratê ra "Cezîre" dibêje.