04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Dadgeha Cezayê Giran a 11emîn a Stenbolê der barê Ruzgar Çetinê ku ji ber qezaya trafîkê ya li Beşiktaşê dihat darizandin da 6 sal û 3 meh cezayê hepsê da û lijneya dadgehê di heman demê da bi yekdengî der barê Ruzgar Çetin da biryara tehliyeyê da.
Ruzgar Çetinê ku ji ber qezaya li Beşiktaşê ku tê da polêsek şehît ketibû û yek jî giran birîndar bûbû û girtî dihat darizandin, bi biryara dadgehê bi yekdengî hat tehliyekirin.
Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a 11emîn a Stenbolê hat kirin û Ruzgar û Çetin û parêzerên wî beşdar bûn.
Ozlem Alagoza jina polês Îsmet Fatîh Alagozê ku şehît ketibû û birayên wî Mehmet Akif û Zafer Mustafa Alagoz ku di nav celseyê da dev ji gilîdarbûnê berdabûn, nehatibûn rûniştinê.
Dadgeha Cezayê Giran a 11emîn a Stenbolê der barê Ruzgar Çetinê ku ji ber qezaya trafîkê ya li Beşiktaşê dihat darizandin da 6 sal û 3 meh cezayê hepsê da.
Lijneya dadgehê ji ber dema ku Ruzgar Çetin girtî maye, cezayê ku sitendiye û mexdûr dev ji gilîdarbûnê berdane, di heman demê da bi yekdengî der barê Ruzgar Çetin da biryara tehliyeyê da.
Erdogan Şimşekê Serokê Dadgehê jî şerh danî ser biryara tehliyeyê.