04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ASTANA
Serokê Dewleta Ûris Valdîmîr Pûtînê di 10ê cotmehê da Tirkiyeyê ziyaret bike.
Şêwirmendê Pûtîn, Yûrî Ûşakov di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku Pûtînê di 10ê cotmehê da li Stenbolê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra were bal hev.
Ji xeynî vê Ûşakov diyar kir ku Pûtînê beşdarî Kongreya Vejenê ya Dinyayê ku dê li Stenbolê bê lidarxistin bibe û biaxive.