02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ANKARA
Di doza li ser êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya di 10ê cotmeha 2015an da li pêşiya Gara Enqereyê qewimîbû û tê da 100 kes hatibûn kuştin da bersûc parastina xwe didin.
Bersûc, miştekî û parêzerên aliyan beşdarî rûniştina li Kampusa Saziyên Ceza Înfazê ya Sîncanê hat dîtin bûn.
Hatîce Akaltina bersûca girtî ya ku bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" ji bo wê 15 sal ceza tê xwestin parastina xwe da, diyar kir ku beyanên xwe yên di dema amadehiyê da dubare dike wekî mayîn tiştekî din nabêje.
Suphî Akfîdanê bersûc jî got ji ber ku bersûcekî nas dike ev 2 sal in di girtîgehê da ye.
Akfîdan diyar kir ku dema li Gazîentabê karên melaqê dikir nasya xwe da Yakup Karaoglu, bi navbeynkariya wî Halîl Îbrahîm Akçay û Resul Demîr nas kir.
Akfîdan destnîşan kir ku bi van bersûcan ra heman nirxan parve nake, têkiliyeke wî bi wan ra tune, bêsûc e, bi neheqî girtî ye.
Haci Alî Durmazê ku li gor nêrîna dozger êrîş kordîne kiriye jî got ku sûcên diavêjin ser wî bêdelîl in ji ber vê bêsûc e.
Resul Demirê bersûc bi bîr xist ku kêmzêde 3 sal e girtî ye, êrîşkarên êrîşê nas nake, têkiliyeke wî bi wan ra tune û beraeta xwe xwest.
Navber dan rûniştina dozê.