Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
SÎVAS
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz got ku ew ê îsal mamosteyan tayîn nekin, tayîna mamosteyan di sala 2018an da bikin.
Yilmaz beşdarî merasima eydaniya li Guruna navçeya Sêwasê ya memleketê xwe bû û li vê derê pirsên rojnamevanan bersivandin û got di roveja wan da tune ku îsal mamosteyan tayîn bikin.
Yilmaz wiha axivî: "Em ê di 2018an da mamosteyan tayîn bikin. Em ê budçeyê pêşniyazî Meclisê bikin, li gor reqema ku ji Meclisê bê di sala 2018an da mamosteyan tayîn bikin."
Wezîr Yilmaz paşê ji navçeyê veqetiya.