Fatih Gazioğlu
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
MARDÎN
Serokê Kar û Barê Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş got: "Dîn û diyanet çementoya miletê me ye. Derdê me siberoj û perwerdeya zarokên me ye. Em di navbera ciwan û zarokan de tu ferq û cudahiyan nakin."
Serokê Kar û Barê Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş û alîkarê wî Prof. Dr. Ramazan Muslu ji bo hin ziyaretan hatin Mêrdînê. Prof. Dr. Erbaş û ljineya ligel wî Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ziyaret kir.
Prof. Dr. Erbaş piştî ziyaretê daxuyanî da û got ku wan heta niha 20 bajar ziyaret kirine û wê 3 rojan jî li Mêrdînê bin. Erbaş wiha axivî:
"Dîn û diyanet çementoya miletê me ye. Em baş dizanin ku rêya jiyaneke bihevra ji yekîtiyê derbas dibe. Derdê me siberoj û perwerdeya zarokên me ye. Em di navbera ciwan û zarokan de tu ferq û cudahiyan nakin."
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman got ku ew ji ber vê ziyaretê gelekî kêfxeş bûye û spasiya Erbaş û hevalên wî kir.