Türkan Tosun
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Ebru Ozkana ku çûbû Qudsê û dema di 11ê Hezîranê da wê vegeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Ben Gurîona Tel Avîvê hatibû binçavkirin û paşê bi şerta bê girtin bê darizandin hatibû berdan, vegeriya Tirkiyeyê. Heval û eqrebayên Ozkanê li Balafirgeha Ataturkê ew bi kulîlkan pêşwazî kirin.
Îsraîlê qedexeya derketina dervayî welêt ya ji bo Ozkan rakir û pasaporta wê da. Ozkan bi balafira THYyê di saet 00.10an de hat Tirkiyeyê.
Ozkan li Balafirgeha Ataturkê ji salona taybet a VIPyê derket. Heval û eqrebayên wê, Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Hasan Turan û Şaredarê Eyupê Remzî Aydin bi kulîlkan ve ew pêşwazî kirin.
Ozkan eqrebayên xwe hembêz kir û giriya, paşê daxuyanî da çapemeniyê.
Ji bo piştgiriyê Ozkan spasiya her kesî kir û wiha axivî: "Şikir qediya, ez li welatê xwe me, bi aram im. Di rojeke wiha biqîmet da veger jî kêfxweşiyeke din e. Bi vê wesîleyê ez hemû şehîdên me bi rehmetê bi bîr tînim. Xwedê careke din bûyerên wiha nîşanî me nede û yekîtiya me xirab neke. Min nizanibû ewqas piştgiriya dozê dikin. Ez spiasiya hemû gelê Tirk dikim. Ez spasiya Birêz Serokê me (Recep Tayyîp Erdogan) dikim. Pir eleqedar bû."