İSTANBUL
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Rêhewaya Tirkan (THY) Hamdî Topçû wê sibê bibe mêvanê Maseya Fînansê ya Anadolu Agencyê (AA) û behsa geşedanên sektorê bike, pirsan bibersivîne.
Termînala Nûçeyên Fînansê ya AAyê di çarçoveya Vîzyona sala 100emîn ya AAyê de civînên zindî li dar dixe û mêvanê vê hefteyê jî Serokê Lijneya Rêvebiriya THYê Topçû ye.
Civîna Maseya Fînansê ya AAyê sibê saet di 11.00an de dest pê dike. Civîn li ser navnîşana "aafinans.com"ê bi awayekî zindî dê bê weşandin û daxuyaniyên Topçu jî li ser hesabê Twîtterê yê @aa_finansê dê bê weşandin.