30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ELAZIG
Elazix di hilberîna masîsoran da li Tirkiyeyê di rêza ewil da cih digire, li bajêr rêjeya hilberînê jî li gor par ji sedî 30 zêde bû û derket nêzî 14 hezar tonî.
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê ya bajêr Turan Karahan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Elazix bi saya bendavên Keban, Karakaya û Gola Hezarê ji bo hilberîna berên avî xwedî potansiyeleke zêde ye.
Karahan ragihand ku hilberîna masîsoran a ji sedî 99 li Kebanê tê kirin û ev yek di sala 2004an da dest pê kir û niha li 13 tesîsan 330 hezar ton masîsor tên xwedîkirin û navçe bi vê sayê di qada hilberînê da deng da û mezin bû.
Midûr Karahan got ku hilberîna masîsoran a heta niha herî zêde bi 14 hezar û 867 tonî ve di sala 2011yî da pêk hat û ji wê rojê heta niha jî her sal herî kêm 13 hezar ton masîsor şandin çar aliyê welêt, Elazix jî di vê qadê da bû yekemîn û unwana xwe jî bi salane diparêze.
Karahan wiha dewam kir:
"Li parêzgeha me potansiyela avê di warê hilberîna masiyan da gelekî sûdmend e. Li parêzgeha me 156 tesîs hene. Piraniya wan jî hilberîna qefesê ne. Kapasîteya salane ya van tesîsên me 32 hezar ton, lêbelê ji ber ku em beşek ji vê kapasîteyê diemilînin, em salane 13-14 ton masîsor hildiberînin. Li gorî van reqaman jî di warê hilberîna masîsoran a di nava avên hundirê welat da em di rêza yekemîn da ne û rêjeya wê jî ji sedî 12 e."
- Îsal 56 milyon çêlikên masîsoran hatin mezinkirin
Karahan herwiha diyar kir ku di van 6 salên dawîn da li bajêr hilberîna masîsoran gelekî pêş ketiye û îsal jî di vî warî da saleke bi bereket e.
Karahan got ku di navbera sala 2011 û 2015an de heta niha 64 milyon masîsorên çêlik hatine xwedîkirin û wiha axivî:
"Me par 10 hezar û 750 ton masîsor hilberandin û îsal jî me ev reqama zêde kir û derxist nêzî 14 hezar tonî."