26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em biryardar in ku di dema herî kurt da PYDê ji Menbicê derxin."
Serokomar Erdogan di "Civîna Mixtaran a 29an" a ku li Qesra Serokomariyê hat kirin da xîtabî mixtarên ji Edene, Erdexan, Balikesîr, Bîlecîk, Çorum, Erzirom, Qers, Kirklareli, Mersîn, Rîze, Sêrt, Sînop, Tekîrdag û Tokatê hatibûn kir.
Di axaftina xwe da Serokomar bal kişand ser xeberên hin rojnameyan a der barê axaftina wî ya ku ji bo mîsaqa milî kiribû û wiha pê da çû: "Îro min lê nihêrî hin rojname wiha dibêjin; 'Erdogan got Mîsaqa millî, hemû tişt tevlî hev kir.' Min negot, dîrokê ev wisa qeyd kir. Rastiyeke dîrokê ew wisa qeyd kiriye ma em ê jibîr bikin, gelo em ê behsa evana nekin? Çavê me li axa tu welatekî nîne. Bereqsê vê em li hemberî wan kesên ku çavên wan di axa wan welatan de ye, em li hemberî wan kesên ku dixwazin li wan welatan şerê etnîk û mezhebî derxin disekinin.Em ji bo vê yekê hewl didin."
Serokomar Erdogan qala bûyerên ku li rojhilata navîn diqewimin û helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî wan kir û got: "Tirkiyeyê teqez di nava her geşepêdaneke li Iraq û Sûriyê da ciyê xwe bigire. Em xwedan biryar in ku di têkoşîna birayên me yên li wir a dijî rêxistinên terorê da heger bivê bi hêza xwe ya dîplomatîk û leşkerî va li cem wan bin."
Serokomar Erdogan ragihand ku ew li hemberî tu kesî neyartiyê nakin û ji bo tevger û helwesta welatên yar û neyar jî wiha pê da çû: "Li hemberî tu kesî neyartî, pêşqebûl û kompleksa me tuneye. Kî destê dostaniyê dirêjî me bike, em jî dirêj dikin. Wek mînak gelek dewlet û gelên li Balkan, Asyaya Navîn, Asyaya Başûr û Afrîkayê. Kî pencên xwe ji me ra rake em texsîr nakin û neynûkên wan dikşînin."
Der barê îdiayên mexdûriyeta endamên FETOya rêxistina terorê da jî Serokomar got ku bila tu kes li qisûrê mêze neke û ew kesên van îdiayan tînin rojevê îxanetê dikin û wiha dewam kir: "Kî ji bo endamên FETOya rêxistina terorê qala mexdûriyetê bike bira li qisûrê me mêze nekin di nav îxanetê da ne. Bira tu kes ranebe neyê di vê mijarê da aqil nede me. Bira wî aqilî ji xwe ra veşêrin."