08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2016
BATMAN
Arîkarê Walî Ertug Şevket Aksoyê ku Wezareta Karên Navxweyî ew di çarçoveya Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) anî ser peywira Cîgiriya Şaredarê Batmanê got "Ji ber ku mixtar dînamîkên herî girîng ên bajêr in em ê bajêr bi wan re bi rê ve bibin."
Aksoy piştî ku bû Cîgirê Şaredar cara duyemîn bi mixtarên taxan ên li bajêr re hat bal hev. Aksoy di civîna ku li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Batmanê hat lidarxistin de axivî û got ku di mijara çareserkirina pirsgirêkên bajêr de mixtar roleke gelekî girîng dilîzin.
Aksoy bal kişand ku herî zêde mixtar pirsgirêkên bajêr baş dizanin û got ku mixtar her dem bi niştecihên taxan re ne û bi wan re di nav diyalogê de ne.
Aksoy destnîşan kir ku dê bajêr bi mixtaran re bi rê ve bibin û wiha axivî:
"Em meha borî bi mixtarên xwe re hatin bal hev û me gelekî pirsgirêk tespît kirin. Me di vê maweyê de pirsgirêka rêyên xirabe ku pirsgirêka sereke bû çareser kir. Me pirsgirêka paqijiyê ya bajêr mînîmîze kir û di gelek qadên din de xebat kirin. Me di civîna vê mehê de hem li ser pirsgirêkên ku hatin çareserkirin xeber da û em hem jî li ser pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin sekinîn. Mixtar dînamîkên herî girîng ên bajêr in. Ji ber wê em ê mehê carekî bi mixtarên xwe re bên bal hev."
Digel mixtaran Arîkarê Şaredar Abdulvahap Asma û midûrên yekîneyan beşdarî civînê bûn.