Li Batmanê welatiyên desteng, nanê kartî yên ku erzan tên firotin dixwin.
Nanê kartî li taxa Hurriyetê di firinekê de ewil tê germ kirin û paşê tê firotin. Gelek welatiyên desteng yên ku zarokên wan zêde ne û malbatên sûriyeyî eleqeyeke mezin nîşanî nanê kartî didin.
Şefîk Îlîkê ku nanê kartî difiroşe daxuyand ku ew du sale vî karî dike û her roj nêzî 300-400 nanî difiroşe. Îlîk destnîşan kir kesên ku aboriya wan nebaş e û desteng in nanê kartî dikirin.