ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ji bo du kesên ku li Licêya navçeya Diyarbekirê di xwepêşanan de mirin, mifetişên milkiyeyê wezîfedar kir.
Wezareta Karên navxweyî daxuyanî da û bi bîr xist ku li Licêya navçeya Diyarbekirê bûyer derketin û di bûyeran de 2 kes mirin û leşkerek jî birîndar bû. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo ku bi awayekî berfireh li ser mijarê lêkolîn bê kirin, Wezareta me mifetişên milkiyeyê wezîfedar kirin."