Önder Beyter
22 Mijdar 2015•Rojanekirin: 23 Mijdar 2015
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li TBMMyê bersiva pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê de da.
Davutoglu der heqê pêvajoya avakirina hikûmetê da wiha got, "Me bi birêz Serokomarê me ra qasek berê dîsa xeberda. Me li ser geşedanên herêma Bayirbûcakê îstişare kir. Me biryarên xwe yên civîna ewlekariyê ji ber çavan derbas kir. Ewê jî sibê were Enqereyê. Emê bên bal hev. Înşellah emê di kurtedemekê da hikûmetê ava bikin."
- "Cihê ku AK Partî lê hebe, krîz nabe"
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Wekî ku hûn jî dibînin, AK Partî bi 317 parlementerên xwe serbilind e, ma li Tirkiyeyeke wiha krîz derdikeve? Ji wê aliyê va, înşallah ezê sibê bi Serokomarê me ra îstişare bikim, tu dibê qey nakokiyek heye, wisa behs dikin. Jixwe heta niha em bi Serokomar re nehatine bal hev û me bi hûrgulî ev mijar gotûbêj nekiriye. Ewê jî sibê were Enqereyê. Emê bên bal hev. Meraq nekin, êdî ji îro şûnde cihê ku AK Partî lê hebe, krîz dernakeve."
- Geşedanên herêma Bayirbûcaka tirkmenan
Serokwezîr Davutoglu der heqê geşedanên herêma Bayirbûcaka tirkmenan de jî wiha xeberda:
"Hesasiyeta me ya di vê mijarê da her roj her saet dewam dike. Me îro jî digel dezgehên xwe yên ewlekariyê yên eleqedar re civînek pêk anî. Li vir çend xusûs gîring in. Yek, ewlekariya sînor. Di çarçoveya ewlekariya sînor de me telîmat da şaxên xwe yên ewlekariyê ku heger dijî Tirkiyeyê gefek qewimî bira pêra pêra bersivê bidin."
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha domand:
"Du sal berê kesên ku dijî tirên mîtê operasyon kirin, berpirsê van qetlîamên îro ne. Di wan rojan da helbet ji bo ku xwe biparêzin û li ser axa xwe bimînin me di nava bêdengî û mehremiyeta dewletê da alîkarî da birayên xwe yên tirkmen ên li Bayirbûcakê. Lê ew kesên ku wê rojê operasyon birin ser wan alîkariyan, îro herkes zahf zelal dibîne ku ka li paş wan kîjan hêz hene."
Davutoglu qala geşedanên li Sûriyeyê jî kir û wiha got, "Heger li dijî DAEŞê operasyonên werin kirin, li ser vê wateyê divê di çarçoveya koalîsyoneke navneteweyî de werin kirin."