22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
TBMM
Parlementera HDPê ya Adanayê Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku herdu Parlementerên HDPê yên Mûşê Burcu Çelik Ozkan û Ahmet Yildirim wê neçin îfadedayînê û wiha got, "Emê ji wan dawetan ra îcabet nekin."
Parlementera HDPê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan digel Beştaşê civîneke çapemeniyê li dar xist û têda rexne li wan projeyên nû yên der barê darezandinê, girt.
Ertanê got, "Em bi gaveke din a sepandina seroktiyê ya sarayê rûbirû ne. Hikûmet hemleya xwe ya nû ya di rêya seroktiyê da vê carê di warê dadgahê da kir."
- Bangkirina parlementerên HDPê ji bo îfadedayînê
Parlementera HDPê ya Adanayê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku herdu Parlementerên HDPê yên Mûşê Burcu Çelik Ozkan û Ahmet Yildirim wê neçin îfadedayînê û wiha pêda çû, "Teblîxateke fermî tuneye, lê belê qelema taybeta Serdozgeriyê telefon kiriye û ew dawetî îfadê kirine. Cihê vî tiştî qanûnê da nîne. Çimkî heçî teblîxat e divê bi niviskî û bi îmzayê were kirin."
Beştaş herwiha got, "Hevalên me anîn ziman ku wê neçin îfadedayînê. Emê ji wan dawetan ra îcabet nekin. Em di wê baweriyê da ne ku dadwerî di pêvajoya rakirina parêzbendiyan da adîl, bêlayen û serbixwe nebûye. Berteka li dijî dozger û hakiman nîne. Em red dikin ku bibin lîstikvanê vê tiyatroyê. Fezleke bi telîmatan amade bûne. Heger bixwazin bila bên bi zorê me bibin, em dilê xwe naçin."