22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
TBMM
Parlementerê Îzmirê yê MHPê Oktay Vural daxuyand ku wî dev ji wezîfeya xwe ya cîgirseroktiya komê berda û ev biryar duh ji Serokê Giştî Devlet Bahçelî ra got.
Vural dema ku hat Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand.
Vural ragihand wî duh piştî Komcivîna MHPê biryar da ku dev ji cîgirseroktiya komê berde û wî ev biryara xwe ji Serokê Giştî Devlet Bahçelî ra got. Vural diyar kir ku ew ê daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê bide.
Vural li ser pirsên rojnamegeran got: "Hewce nake ku meriv mijarên bi vî rengî li ser piya xeberde."
Vural li ser pirsa "Hûn ê ji bo Serokatiya Giştî bibin namzed?" wiha axivî: "Jixwe em ê hevdîtinê bikin. Em ê di pêvajoyên pêş xwe da li ser van bisekinin. Min der heqê van pêvajoyan da gotinên xwe li ser medyaya sosyal parve kirin, hûn jî vê yekê dizanin."