Ahmet Aydın
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Encamnameya Lûtkeya G20ê ya 12emîn ku li Hambûrga bajara Almanya hat lidarxistin, hat ragihandin.
Di encamnameya lûtkeya ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan tê de nûnertiya Tirkiyeyê dikir, serenavên weke "Hevparkirina Sûdên Kurewîbûnê", "Pêkanîna Metanetê", Geşepêdana Çavkaniyên Dahatê" û "Qebûlkirina Berpirsyariyê" tê cih girtin.
Di encamnameyê de bal hat kişandin li ser berdewamiya têkoşîna dijî parastingeriyê, bazirganiya nêvdewletî, geşeya aborî, jiholêrakirina feqîriyê, Piştevaniya Peymana Guherîna Iqlîmê ya Parîsê, hevkariya Afrîqayê, zêdekirina îstîxdamê û bihêzkirina rola jinê.
Herwiha cih hat dayîn mijarên weke li ser sekinîna zehmetiyên mezin yên aboriya kurewî û piştgiriya refahê û wiha danîn, "Hedefa hevpar a G20ê ye ku li dijî zehmetiyên serdemê bi serkevin û reng bidin cihanê."
Herwiha biryar hatdayîn ku li ser mijarên zehmetiyên civakî yên weke; terorîzm, penaberî, feqîrî, tehdîdên dijî birçîbûn û tendirustiyê, pêkanîna îstixdamê, guherîna îqlîmî, ewlehiya enerjiyê bisekinin.