29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş çû mala malbata Piyade Astsubay Serçawiş Fatîh Mehmethanê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrînê tê kirin da şehîd ket û sersaxî da malbatê.
Li gor daxuyaniya Kar û Barên Diyanetê, Erbaş çû çayxaneya mizgefta Navend a Topagaci ya li Umraniyeyê û sersaxî da Mehmet Mehmethanê bavê şehîd.
Erbaş ji bo şehîd Qur'an xwend, dia kir, behsa girîngiya şehîdiyê kir û got piştî pêxemberiyê meqamê herî bilind şehîdî ye.
Erbaş di diaya xwe de got Xwedê sebrê bide malbat û eqrebayên şehîdan, alîkariyê bide eskerên ku li ser sînoran ji bo welêt şer dikin û firsendê nede zalimên ku dixwazin welêt perçe bikin.
Erbaş Qur'ana Pîroz û alaya Tirkan diyariyê Mehmet Mehmethan kir.
Musa Avseverê fermandarê artêşa 1emîn jî sersaxî da mablbatê û got ewê heta dawî welêt biparêzin.