Elif Orhan
11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2015
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî êrîşa terorê ya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û got ku "Di vê êrîşa derveyî mirovahiyê de armanca terorîstan ew e ku li Tirkiyeyê atmosfera kaosê derxînin."
Barzanî daxuyaniyeke nivîskî da û got ku êşa xizmên keêsn ku di "êrîşa terorê" de mirin parve dike û sersaxî da Tirkiyeyê.
Barzanî da zanîn ku "Hîn bû ku di êrîşên terorî de gelek welatî şehîd ketin û birîndar bûn û ji ber vê yekê gelekî xemgîn bû" û got ku "Em vê êrîşa terorê ya ku bi tirsonekî û namerdane hatiye kirin bi tundî şermezar dikin."
"Armanca wan ew e ku li Tirkiyeyê kaosê derxînin"
Barzanî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn û Tirkiye ji pêvajoyeke hesas derbas dibe û nirxandina "Êrîşa terorê tam jî vê wextê hatiye kirin. Di vê êrîşa derveyî mirovahiyê de armanca terorîstan ew e ku li Tirkiyeyê atmosfera kaosê derxînin. Armanca êrîşa terorê ew e ku cudahiyên di navbera komên etnîk ên li Tirkiyeyê kûr zêde bike, şeht li aştiya civakî bide û welatiyan berî hev de."
Barzanî bal kişand ku ji bo têkoşîna bi teror re hewceyî bi hevkarî û xebata ahengdar heye û got ku "Teror ji bo hemû netewe û mirovahiyê tehdîdek e. Divê têkoşîna li hember vê xetereyê bibe girîngiya serkêş a hemû aliyan."