24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
BURSA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Muezzînoglu li Osmangaziya navçeya navend a Bursayê li taxa Doburcayê Tesîsên Derebahçeyê bi şaxa ciwanan a partiya xwe ra civiya.
Muezzînoglu got ku piştî hewla derbê ya 15ê tîrmehê sipasiya herî mezin millet heq kiriye, lê dema ku hûn wê şevê dinhêrin bi taybetî jî ciwan û jin derdikevin kolanan û xwe didin pêşiya tank an jî çekan, vê helwestê derbe têk bir.
Muezzînoglu diyar kir, piştî vê pêvajoyê ji bo ku pergal cardin hucreyên penceşêrê çêneke, divê tevdîr werin hildan. Muezzînoglu ji bo pergaleke ku heq û hiqûqa millet were parastin cardin were çêkirin, divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Muezzînoglu diyar kir, êdî divê hemû sazî ji binî va ji vî welatî ra xizmetê bikin û bizanibin ku berpirsyariya wan ev û wiha dewam kir:"Karê me yê ewil ew e ku em saziyan wisa dîzayn bikin ku tenê ji millet ra xizmetê bikin."
Muezzînoglu wiha dewam kir:
"Vêga elhemdila erdheja mezin derbas bû. Hûn dixwazin bêjin 8,9 dixwazin bêjin 9, lê miletê me bi sekna xwe ya xurt, bi feraseta xwe, bi cureta xwe ev erdhej derbas kir. Ji îro şûnda jî gelek berpirsiyarî dikeve ser milê rayedar, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi taybet jî ciwanên wekî we. Niha tiştek heye ku ez mîna navê xwe pê beled im; ew jî ev serhildana xaîn dê ji bo milet deriyê gelekî xêran veke. Înşela Xwedê bira zûka bicihkirina van encaman nesîbê hikûmeta me ya di serokatiya Serokomarê me da û TBMMyê bike."
Muezzînoglu got, "Ez jî di tev de me ruhê Çeneqeleyê ji kitêban xwend û ji kalikên xwe guhdarî kir. Me Dumlupinar, Sakarya hemû wiha ji pirtûkan xwendin" û wiha pê da çû:
"Me hewl da ku em vî ruhî fêm bikin. Di êvara 15-16ê tîrmehê da ruhê Çeneqeleyê li qadan bû. Ruhê Çeneqeleyê li pêşiya tankan bû. Em pê serbilind in ku em neferê miletekî ku vî ruhî didomîne û xwedan lê derdikeve."