Ekip
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
MUGLA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got: "Ez bangî Ewropayê dikim. Xwîşk û birayên min yên Rojavayî sibê dengdayîn dest pê dike. Li ber xwe bidin û li Ewropayê jî sandoqa biteqînin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan ji bo hilbijartina 24ê Hezîran li Muglayê bo welatiyan axivî.
Erdogan di axaftina xwe de rexne li CHPê girt û got:
"CHP qirêjî, bêavî, qirêjiya hewayê û girên sergoyê ye. Li Umraniyeya Stenbolê sergo teqiya, kî hebû wê demê? CHP. 39 xwîşk û birayên me li wir mirin."
Herwiha ji Tirkên Ewropayê xwest herin ser sindoqan û wiha axivî:
"Ez bangî Ewropayê dikim. Xwîşk û birayên min yên Rojavayî sibê dengdayîn dest pê dike. Li ber xwe bidin û li Ewropayê jî sandoqa biteqînin."