Elif Orhan
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
ERZINCAN
Li Erzincanê mîdîbusek wergeriya li gor tespîtên ewil di encama qezayê de jinek mir, 13 kes jî birîndar bûn.
Mîdîbusa ku ji aliyê Sêwasê dihat û di nav bajêran de rêwiyan dide û tîne ya fîrmayeke taybet a ku hêj plaqa û ajokarê wê nehat hînbûn li tanga Gemecîkê ya rêbeja Sêwas-Erzincanê wergeriya.

Di qezayê de li gor tespîtên ewil jineke di otobêsê de li cihê bûyerê mir, 13 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek ambûlans, peywirdarên Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr, ekîbên polês û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Ekîbên ku gihan cihê ku qeza lê çêbû birîndaran bi ambûlansa şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Erzincanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê.
Xebatên ekîban ên li herêmê didomin.