Ahmet Aydın
19 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xeber da.
Li gorî çavkaniyên serokomariyê, Erdogan di axaftina telefonê de, ji ber dîsan hilbijartina wî weke Serokê Federasyona Rûsyayê, pîrozbahî li Pûtîn kir.
Di peywendiyê de herdu serok li tenişta têkiliyên dualî, li ser Lûtkeya Sêalî ya derbarê Sûriyeyê ya ku biryar e dawiya nîsanê li Stenbolê bê lidarxistin, sekinîn.
Erdogan û Pûtîn biryardariya xwe li ser xurtkirina hevkariya di navbera du welatan de teyît kirin.