Erdogan
14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta Roja Neteweyî ya Rûsyayê ya 12ê Hezîranê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra nameya pîrozbahiyê şand.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê, Erdogan di peyama xwe ya ku di 12ê hezîrana 2016an da şand, destnîşan kir ku hêvî dikin di pêşerojê da têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bigihîje asta ku heq dike.
Serokomar Erdogan di peyama pîrozbahiyê ya ku ji Vladîmîr Pûtîn ra şand da wiha got: "Bi minasebeta Roja Neteweyî ya Rûsyayê ya 12ê Hezîranê li ser navê gelê xwe hemû gelê Rûsyayê pîroz dikim û hêvî dikim di pêşerojê da têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bigihîje asta ku heq dike."