Ekip
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mizgînî da kargehên biçûk û got: "Sala bê ciyên ku 3 yan jî kêmtir xebatkarên wan hebin, ji bona her îstixdameke zêde wê mehek miaş, prîm û bacek ew bidin û mehekê jî dewlet bide."
Serokomar Erdogan beşdarî Şûraya Îstixdamê bû ku li Navenda Kongre û Çandê Millet Beştepeyê hat lidarxistin.
Erdogan rexne li sîstema sîmsariyê girt û wiha nirxandin kir: "Taşeronî çi bû? Wek sîmsariyê bû. Taşeron çi dida karkerê ku dida xebatê? Li gor meblaxa mehaneya herî kêm. Kê qezenc dikir? Bi xwe qezenc dikir. Dema bazariya xwe dikir jî wisa dikir. Lêbelê ew xilas bû. Nika hemû karkerên ku li cem taşeronan dixebitîn ew ê bên îstixdamkirin, êdî derdekî wan ê wisa tunebe, bi îzna Xwedê."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wî di serê sala 2017an de ji endamên TOBBê îstixdameke zêde xwestibû û wiha axivî:: "Niha mezinbûna me derket du qatî. Eger em jî sedî duyên din îstixdamê bikin ev wê rêjeya mezinbûna welatê me bi izna Xwedê firehtir bike, belav bike û kesên hesûdiyê dikin wê dîn bike."
"Sala bê ciyên ku 3 yan jî kêmtir xebatkarên wan hebin, ji bona her îstixdameke zêde wê mehek miaş, prîm û bacek ew bidin û mehekê jî dewlet bide" bi vê mizgîniyê re Erdogan wiha dewam kir:
"Me sektorên îmalat û teknolojiyê wek mijarên sereke eşkere kir. Karsazên van sektoran hetanî nika bi tenê ji bo karkerên xwe yên ku bi mehaneya herî kêm dixebitîn alîkariya prîmê distandin, niha em vê berfireh dikin û sîstema qezenca li gor prîmê tînin. Bi gotineke din, êdî di îstixdama zêde da em ê mehaneyên hetanî 4 hezar û 740 lireyî jî li teşwîqa prîma sîgorteyê zêde bikin."
Serokomar Erdogan ji bo êtîman jî wiha mizgînî da: "Di sîstema niha de xwendekarên êtîm yên emrê wan ku di navbera 18 û 25an de çaxê dest bi xebatê dikin mehana wan ya êtîmiyê tê birîn. Bi verastkirinekê me rewşa van xwendekaran jî durist kir."
Li ser perwerdeyê jî wiha axivî: "Di warê îstixdam û perwerdeyê da ji bo yên ku li dervayî çarçoveyê ne em bi navê 'rêbaza kûponê' sepaneke nimûne didin destpêkirin. Di sektorên ku bîterkirina personel û pisporan bipirsgirêk e da em derfetê pêşkêşî ciwanên xwe dikin da ku li gorî xwe di wext û şertên guncan da perwerdeyê bistînin. Ucreta van perwerdeyan jî dewlet dê bide."
Ji bo kesên kêmendam jî Serokomar Erdogan got: "Hûn dizanin kesên ku herî kêm ji sedî 40 xwedî rapora astengdariyê ne û di qada ku wê kargehekê vekin da xwedî sertîfîkaya perwerdeya muteşebisiyê ne dikarin ji ÎŞKURê heta 36 hezar lireyî hibeyê hildin. Sala bê em vê rêjeyê derdixin 50 hezar lireyî."
Wek din rexne li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu girt û wiha axivî:
"Bifikirin muxalefeta sereke ya Tirkiyeyê jî ji 11,1ê (mezinbûnê) aciz e. Li ku digere, çi dike, li fezayê ye? Lingên wî li erdê pê nagre. Çi tê kirin, çi diqewime haya wî tune. Nizane nêrîna çêbike-bi rêve bibe-dewr bike çi ye. Nêrîna BOTê çi ye nizane. Bi mirovên ewqas feqîr û nezan va li vî welatî siyaset nayê kirin. Sîstema BOT, çêbike-bi rêve bibe-dewr bike sîstemeke li gorî demê ye û qurişek jî ji bêrika dewletê dernakeve. Vêya hîn bibe Kemal Beg."