Haydar Şahin
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
MUŞ
Şaredariya Bulanixa navçeya Mûşê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hat kirin bi nêrîna şaredariya civakî tev geriya û xizmetên ku gelê navçeyê hesret mabûn dide gel.
Şaredariyê piştî wezîfedarkirinê dest bi xebatên binasazî û sersaziyê kir û giraniya xwe da ser xebatên şaredariya civakî û ji ber van xebatan ji hêla gel va jî tê ecibandin.
Şaredariya Bulanixê bi Navenda Piştgiriya malbatê ra qursên dirûtin, kuaforî, muzîk, resim û Quranê vekir, li taxan qadên lîstikê û park çêkir. Şaredariyê bi nêrîna şaredariya civakî va xizmetên ku bi salan e gel hesreta wan mane dide welatiyan.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Bulanixê Haci Arslan Uzan diyar kir ku ji vir salekê berê wek wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin û di nav salekê da gelek proje çêkirin.
Uzan got dema şaredarî dewr hildan 25 milyon deynê şaredariyê hebû, 3 milyon deynê şaredariyê dan û wiha pê da çû:
"Li 166 xwendigehên navçeya me 25 hezar û 300 xwendekar perwerdeyê dibînin. Piraniya serjimara navçeyê ji qîz û xortan pêk tê. Ji ber ku li vê derê qadên çalakiyên çandî û civakî tunin ciwan merûzî terorê diman. Ev mijara hatibû îhmalkirin. Me giraniya xebatên xwe dan ser ciwanan. Em bi piştgiriya Serokatiya Spor Totoyê va li navenda navçeyê û bajarokan ji bo ciwanan 10 qadên çalakiyên çandî û civakî çêdikin. Nîvê wan hatin temamkirin."
Uzan got li navçeyê ciyên ku ciwan bi malbatên xwe ra herin lê dema xwe derbas bikin tunebûn û wan jî ji bo ciwanan kameriye, bank, qadên hêşin û parkên zarokan çêkir.
Uzan diyar kir ku li navçeyê navê kûçe û kolanan bi pirsgirêk bûn û wiha axivî: "Navên ku eleqeya wan bi Bulanixê ra tunin an jî terorê tînin bira meriva dabûn parkan. Me bi biryara Meclisê va ew navan guherand. Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê, Parka Omer Halîs Demîr, Parka Siltan Alparslan û Parka Şehîd Muhammed Safîturk li parkan kir."