30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
MUGLA
Hat tespîtkirin ku ji eskerên derbeker ên di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da girtibûn ser otêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lê dima, ji wan du eskerên firar girtin ser firnekê û bi darê zorê nan dizîn.
Li gor agahiyên hatin hildan ji 12 eskerên ku di şeva hewla derbeya FETOyê da girtin ser otêla Serokomar Erdogan a li Marmarîsa navçeya Muglayê lê dima, 2 eskeran li Taxa Akkayayê ji firneke nêzî daristanê nan dizî. Li ser vê tevgerê îxbara wan hat kirin û li herêmê ji bo qefaltina wan operasyoneke berfireh dest pê kir.
Xebatkarê firneyê Mustafa Çaglar daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku saet di dora 03.30yî da eskerekî ku ji darsitana li pişt firneyê dikeve hat û debançe kişand û 5 nan bir û wiha dewam kir: "Esker reviya û di nav daristanê da eskerekî din bi destê wî girt û ew kişand. Di nav 5 deqîqeyî da me xeber da û cenderme hatin û li wan geriyan. Tîşortekî eskerî lê bû û şekala eskerî di pê da bû."