08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan beşdarî merasima vekirinên giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bû.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir kesên ku bêbextiyê dikin wê bedelê vê bidin û wiha got: "Li vî welatî yên ku li welêt bêbextiyê dikin, yên ku parêzeriya terorê dikin, mecbûr in ku bedela vê bidin, mecbûr in ku hesabê vê bidin."
- "Bi siyasetmedaran nakeve êrîşî hikûmeta vî welatî bikin"
Erdogan destnîşan kir ku bi siyasetmedaran nakeve êrîşî hikûmeta vî welatî bikin û wiha axivî: "Em mecbûr in ji xwe bipirsin ku 'te îro ji bo heq û ji bo gel çi kiriye.' Bingeha felsefeya me ya siyasetê ev e. Ji sala 1994an vir da raz û bingeha serkeftinên ku em di her qadî da bi dest dixin ev e. Bi siyasetmedaran nakeve ku rabin û bi daxuyaniyan êrîşî Serokomar û hikûmeta vî welatî bikin. Peyra dibêjin 'çima serî li darazê dixin.' Lê wê serî ku bixin? Divê her kes hedê xwe bizanibe."
Serokomar Erdogna der barê danezana mixalefetê da wiha peyivî: "Di danezana mixalefeta sereke da mixabin radibin dibêjin qesr û partiya îqtidar 'alkariyê didin DEAŞ û rêxistinên terorê yên din' û sûcdar dikin. Ev çito mixalefeta sereke ye? Qet nêrîneke wiha dibe? Tê rabî li dijî DEAŞê têkoşîna bi biryardarî bidî û ewê rabin danezanê da wek dizê ku di ser xwediyê malê da digrê te sûcdar bikin."
- "Em ji bo vê li Sûriye û Iraqê ne"
Erdogan diyar kir ku Tirkiye li gel mezlûman e û wiha xeberda: "Em tim çi dibêjin, 'yek gel, yek welat, yek al û yek dewlet.' Em ji bo vê li Sûriye û Iraqê ne. Li kuderê dibe bila bibe em li cem mezlûm û mexdûran in."