Abdullah Tel
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Meşaleya serxwebûnê ya ku li Samsûnê hatibû pêxistin ji miletê me ra bûbû mizgîniya serxwebûnê, ew têkoşîna bêhempa ya ku di nav yekîtî û bihevratiyê da bi bîr, bawerî, wêrekî û cehdê va hatiye dayîn bi damezrandina Komara me va jî çûye serî."
Li gor daxuyaniya ku Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê da Serokomar Erdogan ji bo Cejna 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Ciwan û Sporê peyamek weşand.
Di peyama xwe da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku 19 Gulana sala 1919an nîşaneya destpêka Şerê Rizgariyê ya gelê Tirk e û nîşanî hemû dinyayê daye ku di bin her şert û mercan da wê li serxwebûn û pêşeroja xwe xwedî derbikeve û wiha pê da çû: "Ew meşaleya serxwebûnê ya ku li Samsûnê hatibû pêxistin ji miletê me ra bûbû mizgîniya serxwebûnê, ew têkoşîna bêhempa ya ku di nav yekîtî û bihevratiyê da bi bîr, bawerî, wêrekî û cehdê va hatiye dayîn bi damezrandina Komara me va jî çûye serî."