Fatih Gazioğlu
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber qezaya balafirê ya ku li Havanaya Kubayê qewimî ji Mîguel Dîaz-Canel Bermudezê Serokê Dewletê re peyameke sersaxiyê şand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan Serokomar Erdogan li ser qezaya balafirê ji Serokê Dewletê, Hikûmeta Kuba û gelê wan re peyama sersaxiyê şand.
Erdogan di peyama xwe de got ew ji ber qezaya balafirê ya ku li Havanayê çêbû û gelek kes mirin xemgîn bûye û wiha got: "Ez ji ber vê xebera qezayê gelekî xemgîn im. Serê we, Hikûmeta Kubayê û gelê we hemûyan sax be."