26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Omer Dondurmayê 13 salî di hewla derba FETO da bi gula eskeran birîndar bû. Dondurma got ku ew ji bo weten, millet û alayê derket qadan û wiha dewam kir: "Ez ji bo weten derketim kuçeyê. Careke din çêbe, ez ê dîsa herim."
Omer dondurma şeva hewla derbê bi Çetîn Dondurmayê bavê xwe ra çû ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û li wê derê birîndar bû. Dondurma ji nûçegihanê AAyê ra behsa serpêhatiya xwe kir.
Dondurma got ku mala wan li Fatîhê ye û piştî bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew û bavê xwe derketin qadan û wiha dewam kir: "Em li ber avahiya Saraçhaneyê ya şaredariyê rastî leşkeran hatin. Fermandarek li ser serê wan bû. Fermandar ji eskeran ra got ku 'nîşanê bigrin û gula agir bikin' û leşkeran gule berdan me. Du gule li min ketin. Gulek li piyê min ê çepê ket. Gulek jî li bêrîka min a paş ket. Lê gula duyem pêşiyê li hesinê şalê min ket, paşê têlefona min qul kir. Ew nebûna rewşa min xerabtir bû niha."
Omer Dondurma diyar kir, piştî ku gule li min ketin, yekî ez rakirim nexweşxanê û wiha dewam kir:
"Hinekan ez demildest birim nexweşxaneya herî nêz. Ji ber ku têlefona min bela bû, ez li bavê xwe negeriyam. Yek li bavê min geriya, xeber dayê. Dema ku leşkeran gule agir kir, ez li pişt bavê xwe bûm, paşê me hevdu winda kir. Lewra tevlihevî hebû. Ez ji bo weten derketim kuçeyê. Ji ber ku ez tirk im, hezkirina weten û millet ji mêj va bi min ra heye. Ev bûyer careke din çêbin, ez ê dîsa herim."
Dondurma got ku ew dixwaze zû qenc bibe û dixtoran gotiyê xesareke mayînde wê çênebe.
- "Bavo heke tu min nebî ez ê bimirim"
Çetîn Dondurmayê bavê Omer jî got ku li ser banga Serokomar Erdogan wî biryar daye ku derkeve derva û wiha axivî: "Minê Omer nebira, lê Omer ji min re got 'Bavo heke tu min nebî ez ê bimirim'. Wê demê min got 'temam, lê tu yê her tim li cem min bî. Bila tu tişt li te neyê, bila li min bê' û em çûn li ber ÎBByê. Leşkeran gule li ser welatiyan de dibarandin. Min ji Omer re got ku bila li pişt min bisekine. Lê ji ber guleyan her kes direviya li piştê û min Omer winda kir."
Dondurma got ku di wê rageşiyê de wî Omer winda kiriye û wiha dewam kir: "Nimroyeke ku min nas nedikir telefonê min kir û got 'heman were nexweşxaneyê'. Wê demê ez fikirîm ku tiştek hatiye serê kurê min û ez çûm nexweşxaneyê. Dema min dît ku hêta wî pêçane min got 'şikir'. Lewra gelek kes ji cihên cuda birîndar bûbûn. Heke ew mirov li wir nebûna welatê ji dest biçûya. Mirovê tirk bi rastî pir jîr e."