Sevim Hatun
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokatiya Daîreyê ya Hareketa Taybet a Golbaşiyê ziyaret kir û piştî ziyaretê pirsên rojnamegeran ên der barê rojevê da bersivand.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu: "Divê Fetullah Gulen teqez radestî Tirkiyeyê bê kirin. Fetullah Gulenê ku bi ewqas sûcên giran tê sûcdarkirin û dibêje 'Ez dixwazim ji binê vê tohmetê derbikevim.' Wisa ye bila were Tirkiyeyê li dadgehên serbixwe bê darizandin. Divê îadeya Gulen bê telebkirin, wezîr herin li wê derê, ev gav ji bo me zehf girîng in."
Kiliçdaroglu li ser pirsa der barê hevdîtina duh li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin da got ku hevdîtina ku duh hat kirin ji bo belavbûna çanda demokrasiyê zehf girîng e.
Kiliçdaroglu bi bîr xist ku hewla derbeyê çêbû û wiha dewam kir:
"Divê em hemû li hemberî hewla derbeyê bibine yek, bi taybetî miletê me di vê mijarê da hesas tevgeriya û daket kuçe û kolanan, ev zehf girîng bû. Di hevdîtinê da agahî dan partiyên muxalefetê, herwiha me jî fikr û ramanên xwe par ve kirin. Di mijara serxwebûn û bêalîbûna darazê da wê guhertin çêbin û em ê jî piştgiriyê bidin van, wê di destûra bingehîn da guhertin çêbin. Hêviya min ew e ku di rojên pêş da hemû partiyên siyasî bêne bal hev û vê pirsgirêkan çareser bikin."
Çûna wezîran ji bo me girîng e
Kiliçdaroglu li ser pirsa der barê îadekirina Fetullah Gulenê Serkirideyê rêxistina terorê da got: "Divê Fetullah Gulen teqez radestî Tirkiyeyê bê kirin. Fetullah Gulenê ku bi ewqas sûcên giran tê sucdarkirin û dibêje 'Ez dixwazim ji binê vê tohmetê derbikevim.' Wisa ye bila were Tirkiyeyê li dadgehên serbixwe bê darizandin. Divê îadeya Gulen bê telebkirin, wezîr herin li wê derê, ev gav ji bo me zehf girîng in."