Nihat Kavşut
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê 11mîn Gul diyar kir ku wê sibê bi civîna çapemeniyê fikr û ramanên xwe yên der barê hilbijartina 24ê Hezîranê da parve bike.
Serokomarê 11emîn Abdullah Gul, "Ez ê sibê bangî we bikim û bi berfirehî fikr û ramanên bibêjim ku ez ê çi bikim. Divê hûn fehm bikin ku li ber deriyê mizgeftê xweş nîne ku meriv der heqê meseleyên girîng yên ji bona pêşeroja welêt biaxivin."
Abdullah Gul nimêja înê li Mizgefta Daristanên Fatîhê ya li Midûriyeta Herêma Daristanê ya li Maslakê kir.
Gul piştî nimêjê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku li welêt hilbijartineke derasayî wê were kirin.
Abdullah destnîşan kir ku bila encamên hilbijartinê ji bona welêt bi xêr be û wiha got: "Bêguman dema qala hilbijartinê tê kirin nîqaş, hêvî û kelecanî çêdibe. Helbet kesên ku ji bona pêşeroja welêt bi fi kar in û ji bona baştir be hewl didin xwediyê vê hişmendiyê ne. Helbet di nav van nîqaşan da navê min jî derbas dibe û her kes tiştekî dibêje. Ya rast ez naxwazin li ber mizgeftê biaxivim û fikrên xwe bibêjim. Loma jî ez ê sibê bangî we bikim û bi berfirehî fikr û ramanên bibêjim ku ez ê çi bikim. Divê hûn fehm bikin ku li ber deriyê mizgeftê xweş nîne ku meriv li ser meseleyên ji bona pêşeroja welêt girîng in biaxivin."