01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Di 17 sibatê da li Enqereyê di kuçeya Merasimê da dema wesayîtên servîsê yên eskeriyeyê derbas dibûn bi wesayîta bombebarkirî va êrîş hatibû kirin û 29 kes hatibûn kuştin û di operasyona li Liceyê didome da ji kiryarên wê êrîşê Mehmet Şîrîn Kocakaya bi navê "Şîrîn" tê dizanîn hat kuştin.
Li Liceya navçeya Diyarbekirê operasyona ku hêzên ewlehiyê yên ji ekîbên polês û eskeran pêk tê di 23ê hezîranê da dest pê kiribû dewam dike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di wê operasyonê da Mehmet Şîrîn Kocakayayê ku ji kiryarê êrîşa Enqereyê yek bû, hat kuştin.
Hat ragihandin ku êrîşkarê xwekujiyê beriya êrîşê wesayît kirê kiriye hatiye Diyarbekirê û bi Kocakaya re hevdîtin kiriye.
Di 17 sibatê da li Enqereyê di kuçeya Merasimê da dema wesayîtên servîsê yên eskeriyeyê derbas dibûn endamên PKKya rêxistina terorî bi wesayîta bombebarkirî va êrîş kirin û 29 kes kuştin û piştî êrîşê di çarçoveya lêpirsînê da 15 kes hatibûn girtin.